157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-08-13 20:19:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de ji ber Covîd-19'ê 157 kes mirin û 22 hezar û 261 kes jî pê ketin.   Li gor daneyên rojane yên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 21 hezar û 372 kesên din jî pê ketin. Di 24 saetên dawî de 285 hezar û 242 test hatine kirin.   Li gor daneyan hejmara kesên baş bûne jî 16 hezar û 492 ye.