Li Girtîgeha Gîresunê 19 girtî bi Covîd-19'ê ketin 2021-08-13 21:19:55       ŞIRNEX- Li Girtîgeha Gîresun Espîye ya Tîpa L'yê 19 girtî bi Covîd-19'ê ketin.    Li Girtîgeha Gîresun Espîye ya Tîpa L'yê girtiyê bi navê Aras Aslan bi rêya telefonê ragihand ku testa wî pozîtîf derketiye û li qawîşa wan 19 girtiyên siyasî bi Covîd-19'ê ketine û nayin dermankirin.   'EM NAYÊN DERMANKIRIN'   Aslan ku telefonî malbata xwe kir, got: "Ev 3 roj in ez bi koronayê ketime. Çend roj bêriya niha di qawîşa li rex me de girtî hemû bi koronayê ketibûn. Ji ber ku tevdîr nehatin girtin, ên qawîşa me jî pê ketin. Rewşa me nebaş e. Rewşa hin hevalên me giran e. Em nayên dermankirin û derman nedidan me. Ev 3 roj in em nikarin serê xwe ji ser balîfê rakin. Lê piştî hin hewldanên îro rêveberiya girtîgehê derman dan me. Rewşa me îro hinekî baştir e."   Aslan, di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî kir ku di vî warî de bi hesasî tevbigere.