ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'AN 2021-08-14 09:00:12   * Rêvebirê ORÇEV'ê Coşkûn Ozbûcak, anî ziman ku lehî û hêlanên vê dawiyê li Behra Reş çêbûn, encama mudaxileya mirovan a li xwezayê ye.    * Koordînatorê Komîsyona Mafên Penaberan a OHD a Şaxa Rihayê Serhat Kûrt, anî ziman ku berpirsiyarê êrîşên nîjadperest û zimanê nefretê yên li hemberî penaberan îqtidara AKP'ê û CHP ye ku ji îqtidarê re dibe palpişt.    * Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, anî ziman ku di kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de mijara herî girîng a derdikeve pêş tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, ji lew re êdî gel tecrîdê qebûl nakin.    * Gel li dijî kana madenan a tê xwestin li Daristanên Akbelenê bê çêkirin têdikoşe. Jinên parêzvanên jiyanê ku piştgiriya gel dikin gotin: "Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin."    * Şaredariya Qoserê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, xebatên rê yên di bin navê "nûkirinê" de dane destpêkirin 3 meh in temam nekiriye. Esnafan bertek nîşan dan û gotin, ji ber vê karê wan nîvî nîvî kêm bûye.    * Çalakiya malbata Şenyaşar a Nobeta Edaletê di roja 159'emîn de dewam dike.   * Rêxistina HDP'ê ya Wanê, wê rapora xwe ya serdema sala 2021'an, rojeva xwe ya heyî û bernameya xwe ya pêşerojê, bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere bike. (11.00)   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, wê di çarçoveya dirûşmeya "Em li dijî faşîzmê, xwe birêxistin dikin" de, li Şemzînan û gundên wê bi welatiyan re bên gelhev. (11.30 - 17.00)   * Xizmên Windayan û ÎHD'ê wê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza edaletê bikin (12.00)   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 855'emîn de, li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaz bikin ku kujer bên cezakirin. (12.00)    * Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wê çalakiya Rûniştina F a 490'emîn bi onlînê li dar bixe. (13.30)   * Bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya HDP'ê  Pervîn Bûldan, wê di çarçoveya "Dema Azadiyê" de, li Qada Newrozê ya Êlihê hevdîtina gel bê lidarxistin. (18.00)