'Berpirsiyarê êrişên li dijî penaberan îqtidar û CHP ye' 2021-08-14 09:03:13 RIHA - Koordînatorê Komîsyona Mafên Penaberan a OHD a Şaxa Rihayê Serhat Kûrt, anî ziman ku berpirsiyarê êrîşên nîjadperest û zimanê nefretê yên li hemberî penaberan îqtidara AKP'ê û CHP ye ku ji îqtidarê re dibe palpişt.    Di demên dawî de li Tirkiyeyyê li hemberî penaber û koçberan êrîşên nîjadperest û zimanê nefretê berbelav dibin. Herî dawî di 11'ê Tebaxê de li Taxa Battalgazî ya navçeya Altindag a Enqereyê êrîşî penaberan hatibû kirin û piştî vê li Taxa Onderê jî dest pê kiribûn. Di van êrîşan de xanî û kargehên penaberan hatibûn talankirin.    Koordînatorê Komîsyona Mafên Penaberan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Parêzer Serhat Kûrt, polîtîkayên nîjadperest ên li hemberî penaberan û encamên wan nirxandin.    Kûrt, bibîr xist ku piştî di 16'ê Kanûna 2013'an de bi Yekîtiya Ewropayê re Peymana Qebûlkirinê Şandinê hatiye êkirin, Tirkiye bûye "depoya penaberan" û got: "Penaber ne dikarin biçin Ewropayê ne jî dikarin vegerin welatê xwe. Di navberê de mane. 10 sal in 5 milyon penaber, bêyî mafekî wan esas bê girtin tên ragirtin."    ‘TÊN BIKARANÎN'    Kûrt, anî ziman ku îqtidar penaberan li hemberî Ewropayê wekî "koz" bi kar tîne û got: "Armanc jî wergirtina fonê bû ji Ewropayê. Niha kesên ji di ser Îranê re tên jî, ji bo li hemberî Ewropayê wekî koz bên bikaranîn destûra hatine wan tê dayîn. Îqtidara ku tu statuyekê nade penaberan û wan wekî koz bi kar tîne û polîtîkayeke wê ya penaberan tune ye, gava tiştekî neyînî rû dide, sûc dixe stuyê penaberan."    ‘MUXALEFET JI BO ÎQTIDARÊ DIBE PALPIŞT'    Kûrt, bilêv kir ku ji roja ku AKP bûye îqtidar heya niha di polîtîkaya penaberan de di polê de maye û partiya muxalefetê CHP jî dibe palpiştê polîtîkaya îqtidarê ya derbarê penaberan de.    Kûrt got: "Mînaka herî berbiçav jî Şaredarê Bolûyê Tanjû Ozcan e. Di Qanûna Bingehîn de tê gotin, hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn xwedî heman mafan e. Lê pêkanîna şaredariyê, pêkanîneke faşîst û nîjadperest e. Qethiyen di hiqûqê de beramberiyek wê tune ye. Lê ji ber ku îqtidarê û CHP'Ê bertek nîşanî vê neda, li Altindag a Enqereyê êrîşên li hemberî penaberan hatin rewakirin. Berpirsiyarê êrîşan îqtidar û CHP' ye ku ji bo îqtidarê dibe palpişt."    ZIMANÊ ÇAPEMENIYÊ   Kûrt, bal kişand ser zimanê cihêkar ê çapemeniyê yê derbarê êrîşan de jî û got: "Çapemenî wekî sedema hemû tiştên neyînî penaber in, weşanê dike. Halbûkî li bajêr hejmara penaberên daxilî nav sûcan dibin pir kêm e. Penaber bi piranî di warê tomarkirin, devjihevberdan û parastinê de doza alîkariya hiqûqî dikin. Li gorî lêkolînên me kirine, rêjeya penaberên ku daxilî nav sûcan dibin pir kêm e. Di van êrîşan de rola medyaya berbelav pir e. Heger du hêl li hev bixin û ji van hêlan yek jê penaber be, radibin nasnameya penaberan derdixin pêş û wan dikin hedef. Zimanê nefretê yê çapemeniyê, dibe sedema êrîşine organîzekirî li ser medyaya sanal."    ‘POLÎTÎKAYE KOÇBERIYÇ'    Kûrt, anî ziman ku ji bo pêşî li ber êrîşên nîjadperest bê girtin demildest divê polîtîkayeke koçbriyê bê çêkirin û got: "Her wiha bi polîtîkayê re divê pêşî li ber zimanê nefretê yê çapemeniyê jî ê girtin. Ji bo êrîşên nîjadperest û faşîst bi dawî bibin divê her kes baş bê serwextkirin. Di vir de ji îqtidar û muxalfetê wêdetir, rol û rist dikeve ser rêxistinên demokratîk û rêxistinên civaka sivîl."    MA / Emrûllah Acar