Hevserokê HDP'a Stenbolê Avci: Gel tecrîdê qebûl nake 2021-08-14 09:05:02   STENBOL - Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, anî ziman ku di kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de mijara herî girîng a derdikeve pêş tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, ji lew re êdî gel tecrîdê qebûl nakin.    Kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome. HDP'î di çarçoveya kampanyayê de diçin ku, li wir bi girseyî û bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Di dema hevdîtinên di çarçoveya kampanyayê de mijarên herî zêde derdikevin pêş tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê 261 roj in didomin.   Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, kampanyayê û xebatên di çarçoveya kampanyayê de tên kirin nirxandin.    ÇÛN HER DERÊ BAJÊR    Avci, anî ziman ku li Stenbolê tevî 10 parlementerên bajêr, endamên Desteya Rêvebir a Navendî, rêxistina bajêr û yên navçeyan, nêzî mehekê di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de xebat kirine û di çarçoveya kampanyayê de hema bibêje çûne hemû deverên baêjr û hevdîtin bi komele, rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan re kirine. Avci, destnîşan kir ku di van hevdîtinan de pirsgirêkên heyî yên Tirkiyeyê nîqaş kirine ûg ot: "Her wiha em çûn cem endamên xwe. Me li kuçeyan xebat kirin. Me belavok belav kirin, pankar daliqandin û bangawazî kirin. li kuçe û bazaran me hevdîtin bi gel re kir û me rewşa heyî ji wan re got."    MANÎPULASYON BI KÊR NEHAT    Hevserok Avci, bilêv kir ku HDP partiyeke wisa ye ku civak eleqe nîşanî wê dide û di xebatên vê kampanyayê de ev yek bi awayelî aşkere xwe daye der. Avci, diyar kir ku îqtidara siyasî û çapemeniya wê xebatên wan manîpule kirine, lê belê gava daketine kuçeyan dîtine ku ev manîpulasyon bi kêr nehatiye.    Avci, destnîşan kir ku çendî ku bi astengiyên amîrên mulkî û midûriyetên polîsan re rû bi rû mabin jî, lê dîsa jî hevdîtin bi gel re kirine.    ÇAR SERNAVÊN DERKETINE PÊŞ    Avci, destnîşan kir ku di hevdîtinên kirin de bi taybetî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derketiye pêş, ji lew re gel êdî tecrîdê qebûl nakin.    Avci, bilêv kir ku Tirkiye guh nade qanûnên xwe jî û gel hem tecrîdê qebûl nake hem jî piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan dike. Avci, diyar kir ku gel ji bo rakirina tecrîdê bang li îqtidarê dike û got: "Li qadan mijareke din ku derket pêş jî zext û zoriyên li ser HDP'ê ne. Her wiha gel polîtîkayên nîjadperest û faşîst qebûl nake. Gel cardin pêvajoya çareseriyê dixwaze. Di hevdîtinan de ev çar sernav derketin pêş."    GER TECRÎD RANEBE DÊ 'D'YA DEMOKRASIYÊ JÎ NEYÊ    Avci, destnîşan kir ku heya muzakereyên pirsgirêka kurdî li ser esasên ku Ocalan diyar kirine neyên rûniştandin dê 'D'ya demokrasiyê jî neyê Tirkiyeyê û got: "Mijare sereke tecrîd û esas girtina pêvajoya çareseriyê ya li ser esasên fikirên Birêz Ocalan in. Heya ev mijar neyên nîqaşkirin, dê pergala Tirkiyeyê di şer de israr bike û dê xisûsên demokrasiyê pêk neyên û dê ev polîtîka bibe cihê handîkapên mein."    ‘EV PÊVAJO, PÊVAJOYA HDP'Ê YE'    Avci, anî ziman ku HDP, partiyeke wisa ye ku çareseriyên rasteqîne dide ber pirsgirêkên Tirkiyeyê û got: "Ev pêvajo, pêvajoya HDP'ê ye."    ‘EM DI RÊYA 3'YEM DE BÊN CEM HEV'    Avci di dawiya axaftina xwe de got: "Em bang li hemû gelan, hêzên demokrasiyê, hunermend û akademîsyyenan dikin. Li rex HDP'ê bin û em Rêya Sêyem de bên cem hev da gel bê çareserî nemînin."    MA / Ferhat Çelîk