Gel ji ber xebatên çêkirina rê yên qeyûm bêzar bûye 2021-08-14 09:08:50     MÊRDÎN - Şaredariya Qoserê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, xebatên rê yên di bin navê "nûkirinê" de dane destpêkirin 3 meh in temam nekiriye. Esnafan bertek nîşan dan û gotin, ji ber vê karê wan nîvî nîvî kêm bûye.    Xebatên rê yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Qoserê yên qeyûm tayinî wan hatine kirin bi hev re dane destpêkirin, gel bêzar kirine. Qeyûm li Qoserê li Qada Azadiyê di bin navê "nûkirinê" de 3 meh berê xebatên rê dabûn destpêkirin û 3 meh in dedor di nav toz û telazê de ye û ji ber vê esnafên li derdor nikarin karên xwe bikin.    MIŞTERÎ NAYÊN    Esnaf Diyar Ozcan, anî ziman ku ji ber toz û telazê mişterî nayên kargehên derdora wan vekirî û ji ber vê karê wan nîvî nîvî kêm bûye. Ozcan got: "Mişteriyên me nerihet dibin. Nêzî 3 meh in em di nav vê tozê de ne. Ev der kirin kavil û hiştin. Mişterî ji ber toz û telazê naxwazin werin van deran. Em êdî hew deyax dikin."    Erhan Demîrcan ku li qadê datliyan difiroşe jî got: "Me gelek caran ji şaredariyê re got, lê hel nakin. Em dixwazin rojek berî rojekê van deran hel bikin."    Hekîm Kiliç jî got: "Ev der xera kirin, lê hew çêkirin. Li vir kes xizmeta gel nake. Em dixwazin rojek berî rojekê ev derên hatine xerakirin bên çêkirin."