Du xwişkên ku ketin Çemê Zorava xeniqîn 2021-08-14 09:47:10   SÊRT - Li navçeya Dihê, du xwişkên hev ên ketin Çemê Zorava xeniqîn.   Du xwişkên hev Gulîstan (15) û Hasret (13) Nas duh bi şev ji bo ku xwe hênik bikin ketin Çemê Zorava ya navçeya Dihê ya Sêrtê. Her du xwişk piştî demekê ji ber çavan winda bûn. Piştî agahî dayînê, dest bi xebatên lêgerînê hatin kirin. Di encama xebatên lêgerînê de her du xwişk ji avê hatin derxistin. Ekîbên tenduristiyê du xwişk birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê û ligel hemû mudaxileyan jî, jiyana xwe ji dest dan.     Cenazeyên du xwişkan, serê vê sibê li gundê Zovanya ya girêdayî navçeya Dihê hatin veşartin.