Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê: Desthilat nijadperestiyê pîroz dike 2021-08-14 10:17:06 AMED - Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê Mûrat Aba, diyar kir ku desthilat, tundî, nijadperestî û cudatiyê pîroz dike û dazanîn ku heke zimanê dijminatiyê neyê guhertin wê nijadperestî arasteyî hemû beşên civakê bibe.    Ji ber zimanê dijminanê yê desthilata AKPû MHP’ê êrişên nijaperest her ku diçin zêde dibin. Herî dawî penaberên Sûriyeyî yên li Taxên Onder û Battalgazî yên navçeya Altindag a Enqereyê dijîn bûn hedefa êrişên nijadperest. Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ê Amedê Mûrat Aba, anî ziman ku nasnameyên cuda di xetereyê de ne û bi lêv kir ku sedema zêdebûna tundiya di nava civakê de zimanê desthilatê yê dijminantiyê ye.   NIJADPERESTÎ TÊ PÎROZKIRIN   Aba, destnîşan ki ku desthilat desthilat, tundî, nijadperestî û cudatiyê pîroz dike û wiha got: “Di pirsgirêka nijadperestiyê de bertek piştî demekî li hemû civakê belav dibe. Berteka li dijî suriyeyiyan arasteyî afganan dibe Nijadperestiya ser kurdan ji xwe her tim hebû. Komkujiya li navçeya Meram a Konyayê mînaka vê ya herî şênber e.”   REXNEYA LI MUXALEFETÊ   Aba, diyar kir ku li cem gotinên nijadperest yên desthilatê muxalefet kêm ma û wiha berdewam kir: “Mixabin muxalefetê jî li dijî êrişên nijadperest tiştek nekir. Gotinên muxalefetê ji yên desthilatê xerabtir e. Şaredarê Bolûyê bi awayekî li dijî makeqanûnê got ku ‘ez bihayê av û bermahiyên biyaniyan 10 qet zêde bikim’. Zimanê desthilat û muxalefetê bandorê li civakê dike.”   POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Aba, destnîşan kir ku pirsgirêka herî bingehîn a li Tirkiyeyê politikaya bêcezatiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku evqas bûyer çêdibin nû banga nermbûnê dikin. Divê beriya ku bûyer pêk nehatibûna, hatibûna astengkirin. Heke cezayê nijadperestiyê yê beriya salan hatiye kirin we dabûya, we dikarî bûyerên îro diqewimin asteng bikirina. Polîtîkayên bêcezatiyê qasî dîroka Komara Tirkiyeyê kevn in. Nijadperestî îro dibe ku li kurd, afgan û suriyeyiyan were kirin lê piştî demekî şunde wê li hemû beşên civakê çêbibe. Divê desthilat ji vê rewşê re bergiriyê wergire.”   BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ    Aba, bi lêv kir ku demekî dirêj e mafê jiyan û seyahetê yê penaberan tê binpêkirin û wiha bi dawî kir: “Mafê mirovan ê bi awayekî azad bijî heye. Hûn mecbûr in navendên li gorî vê ava bikin. Divê li vî welatî ji bo penaberan sererastkirinek bê kirin. Ji bo ku ev êriş bên bi dawî kirin divê zimanê desthilat û mûxalefetê were guhertin.”   MA / Eylem Akdag