Polîsan êrişî esnafan kir: Herî kêm 70 binçav kirin 2021-08-14 10:33:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bedlîsê, dikandarên li dijî biryara “qada bi rîsk” a Serokkomariyê derketin û nexwestin kargehên xwe terk bikin, rastî êrişa polîsan hatin. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Davût Tezcan jî di nav de herî kêm 70 kes hatin binçavkirin.   Nêzî 700 avahî û kargehên li taxên Ataturk, Devrîm, Gazîbey, Hersan û Muştakbaba yên navenda Bedlîsê, bi Biryarnameya Serokkomariyê di meha Nîsana sala 2020’an de weke “qada bi rîsk” hatibû îlankirin. Dadgehê ji bo serlêdana li dijî vê biryarê, biryara “rawestandina birêvebirinê” da. Tevî vê biryarê jî, ji esnafan hat xwestin ku heta 30'ê Tîrmehê kargehên xwe vale bikin.   Polîs duh bi şev ketin qadê û ji kargehan xwestin ku dikanên xwe vale bikin. Esnaf li dijî vê yekê derketin. Polîsan ji ber vê bi awayekê tund êrişî esnafan kirin. Polîsên ku bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrişî esnafan kirin, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Davût Tezcan jî di nav de, herî kêm 70 kes binçav kirin.   Di heman demê de, gelek kesên ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin, rakirin nexweşxaneyan.