Malbata Şenyaşar: Dest ji siyasetê berdin, xwe bêxin şûna me 2021-08-14 10:36:25 RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, wiha got: “Dest ji meqam û siyasetê berdin, tenê deqeyekê xwe bêxin şûna me."   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 159’emîn de didome. Malbata ji ber ku îro avahiya edliyeyê girti bû, nobet xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomînin.   ‘MIROVAHÎ VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKE’   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanalê, bi dîmena serdana Platforma Şaxan a KESK’a Amedê hatiye kişandin re ev peyam parve kir: “3 canên ku li nexweşxaneya dewletê hatine qetilkirin hene. Dest ji meqam û siyasetê berdin, tenê deqeyekê xwe bêxin şûna me. Mirovahî vê zilmê qebûl nake. Bê edaletî û betonkirin, welat ber bi karesatê ve dibe.”