Gokçûr ê hat revandin û ‘sîxurtî’ lê hat ferzkirin gilî kir 2021-08-14 11:41:32     STENBOL - Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ozcan Gokçûr, giliyê kesên ew revandin û “sîxurtî” lê ferz kirin, kir.    Endamê Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ozcan Gokçûr, di 12’ê tebaxê de ji aliyê kesên ku xwe weke “dewlet” dan nasîn ve hat revandin. Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Stenbolê di 12’ê tebaxê  de li Gokçûr geriya û ji ber kirariya wî yên îmzeyê hene gazî Navenda Polîsan a Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece kirin. Gokçûr, ê ji bo biçe qereqolê ji malê derket ji aliyên kesên ku xwe weke “dewlet” dan nasîn ve hat revandin û “sîxurtî” lê hat ferzkirin. Gokçûr, têkildarî tiştên qewimîn de bi rêya parêzerê xwe endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ferdî Yamar, li Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê giliyê wan kesên ku ew revandin kir.   Gokçûr ê ji malê ji bo biçe qereqolê derket bi lêv kir ku dema li rawestgeha Sefakoy Borûsan li benda otobûsê disekinî wesayîteke Renault Clio ku bê plaqe û spî bû li ber wî sekini û ji aliyê du kesên ku ji wesayîtê peya bûn ve der dora saet 14.00’an bi darê zorê li wesayîtê hat siwarkirin. Li Gokçûr ê di wesayîtê de dest û çavên wî hatin girêdan “sîxûrtî” hat ferzkirin. Gokçûr, dorê saet di 16.45’an de li Yarizmbûrgazê hat berdan.    Di daxwaznameya gilîkirinê de ev tişt hatin gotin: “Dema muwekîl ji kesên ew revandin re pirsa çima tê revandin kir, ew kes jê re dibêjin ‘em ê careke din hev bibînin, çayekê vexwin û di hevdîtineke din de bi nimreyeke din li te bigerin’ û muwekîlê min ji cihê birine tenê dihêlin û ji wir diçin. Muwekîl jî piştî demekî dimeşe, li dolmîşekê siwar dibe û dora saet di 16.45’an de tê Îkîtellîyê.”    SERLÊDANA SÛC    Parêzerê Gokçûr, endamê OHD’ê Ferdî Yamar jî ji ber bûyera pêk hat li Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmece serlêdana sûc kir. Di serlêdanê de van daxwazan cih girt: “Em dixwazin qeydên HTS’ê, operator, qemere, gotinên şahidan û hemû delîlên li gor hiqûqê bên lêkolînkirin û derbarê wan kesan de doza cemaweriyê bê vekirin û bên cezakirin.”