Pirsa aqûbeta Akdenîz ê berî 27 salan hat binçavkirin, kirin 2021-08-14 12:01:22 AMED - Xizmên Windayan û ÎHD’ê, li aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz ê li navçeya Pasûrê bi 5 kesan re hat binçavkirin û 27 salin agahî jê nayê girtin pirsîn.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 653’yemîn bi onlînê li der xistin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz (22) ê li gundê Kerra yê girêdayî navçeya Pasûr a Amedê, di 20’ê Sibata 1994’an de, ji aliyê eskeran ve hat binçavkirin û 27 salin agahî jê nayê girtin, hat pirsîn.    BI SER GUND DE GIRTIN Û BINÇAV KIRIN   Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yakûp Guven, çîroka windabûna Akdenîz vegot. Guven, bal kişand ser vegotinên dayika Akdenîz Mevlude Akdenîz û wiha axivî: “Esker di 20’ê Sibata 1994’an de bi ser gundê Kerra de digirin. Bi zorê welatiyan ji malên wan derdixin derve. Mehmet Mehdî Akdenîz, wê demê ji mizgefta gundikê Gerger ê girêdayî gund digirin û tînin gund. Eskeran jin, zarok, pîr û kal li qada gund kom dikin. Dûre hin mal dan ber agir. Eskerêkî navê 6 kesan xwendin. Îrfan Akdenîz ê 18 salî, Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî, Ziya Çîçek ê 22 salî, Faîk Akdenîz ê 35 salî, Mehmet Şirin Allahverdî yê 35 salî û Halît Akdenîz ê 40 salî yên navên wan hatin xwendin, li ber çavên gundiyan ji aliyê eskeran ve hatin îşkencekirin. Eskeran pişt re ev 6 kes birin navçeya Pasûrê.”    5 ROJAN GEL HEV HIŞTIN   Guven, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji 6 kesên hatin binçavkirin, Halît, Îrfan, Mehmet Şirîn û Ziya piştî 18 rojan serbest hatin berdan. Kesên hatin berdan, diyar kirin ku bi Mehmet Mehdî Akdenîz re li Qereqola Navçeya Pasûrê 5 rojan bi hev re mane û îşkenceyek giran li wan hatiye kirin. Kesên serbest hatin berdan, da zanîn ku eskeran piştî 5 rojan Mehmet Mehdî Akdenîz birin Qereqola Eskerî ya navçeya Farqînê û carek din ew nedîtine. Malbata ku agahî ji kurê xwe negirt, derbarê aqûbeta wî de serî li saziyên fermî da. Lê ligel hemû hewldanan jî, bi tu awayî agahî ji Akdenîz nehat girtin.”    ‘EM Ê DEWAM BIKIN’   Guven, diyar kir ku ew ê dev ji daxwazên xwe yên edaletê bernedin û wiha bi dawî kir: “Ew her hefte bê navber çalakiya xwe dewam dikin. Em dixwazin aqûbeta kesên winda bên dîtin û kiryarên wan bên darizandin. Tevî hemû qedexeyên neqanûnî yên Walîtiya Amedê jî, em ê têkoşîna xwe ya ji bo dîtina windayan dewam bikin.”