Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 40’an 2021-08-14 12:13:00 KASTAMONU - Hejmara kesên di karesatên lehiyê yên li herêmên Rojava û Navendî yên Deryaya Reş rû dan de, jiyana xwe ji dest dan derket 40’an.    Serokatiya Rêvebiriya Afat û Rewşa Awarte (AFAD) ragihand ku li Kastamonuyê 34 û li Sinopê jî 6 kes di karesatên lehiyê yên li Herêmên Rojava û Navendî yên Deryaya Reş rû dan de, jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku dermankirina 9 kesan a li nexweşxaneyan dewam dikin û li Bartinê jî xebatên lêgerîna kesekê dewam dikin. AFAD'ê da zanîn ku hejmara kesên di karesatên lehiyê yên li herêmên Rojava û Navendî yên Deryaya Reş rû dan de, jiyana xwe ji dest dan derket 40’an.