Êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan kirin 2021-08-14 12:21:45   STENBOL - Li navçeya Pendîkê êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan hat kirin   Li navçeya Pendîkê ya Stenbolê êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan hat kirin. Serokê Mala Cemê Tahîr Aslandaş Dede li ser hesabê xwe yê medya sanalê êriş ragihand û diyar kir ku bûyer şev pêk hatiye û nasnameya êrişkaran hêj nehatiye diyarkirin.    Di parvekirina ku Dede kir de, tê dîtin ku derî û pencereyên mala cemê hatine şikandin.