Li Elkê di teqînekê de 2 kes birîndar bûn 2021-08-14 12:40:38 ŞIRNEX - Li navçeya Elkê, di dema hilweşandina dîwarê baxçeyê malekê de têqînek pêk hat, yek jê giran 2 kes birîndar bûn.    Li Taxa Alî Çavûş a navçeya Elkê ya Şirnexê, di dema hilweşandina dîwarê baxçeyê malekê de teqînek pêk hat. Di teqîna ku nehat zanîn ji ber çi pêk hatiye de Metîn û Barzan Kiliç birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansên hatin cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkiyê. Hat hînbûn ku Metîn Kiliç giran birîndar bûye. Derbarê teqîna ku sedema wê nehat zanîn de, lêpirsîn hat destpêkirin.