Li Êlihê pirsa aqûbeta Demîr kirin 2021-08-14 14:35:19   ÊLIH - Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê yên Êlihê, pirsa aqûbeta Abdurrahîm Demîr ê di sala 1995'an de li navçeya Qoserê hat revandin û carek din agahî ji nehat girtin, kirin.   Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê, çalakiya xwe ya hefteya 490’emîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li avahiya komeleyê li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de, pirsa aqûbeta Abdurrahîm Demîr ê di 17'ê Tebaxa 1995'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin hat kirin. Çalakî li avahiya komeleyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Rêveberê ÎHD'ê Zekî Tanguner, di çalakiyê de axivî û xwest kesên berpirsiyar bên darizandin.    Tanguner, da zanîn ku ligel hemû serlêdan û hewldanên malbatê jî, tu agahiyek ji Abdurrahîm Demîr nehat giritn. Tanguner, dest nîşan kirin ku 26 salan bi ser windakirina Demîr re derbas bûn, lê hîna jî aqûbeta wî ne diyare.