ÎHD'ê rapora derbarê êrişa nijadperest a li Çorûmê de eşkere kir 2021-08-14 15:00:40 ENQERE - ÎHD'ê derbarê êrişa li dijî karkerên çandiniyê yên demsalî yên li Çorumê de raporek amade kir. Karkerekê ÎHD'ê pê re hevdîtin kiribû wiha got: "Astsûbay dîmenên yek alî girtin û me wekî êrişkar nîşan da. Ger provakasyonên astsûbay nebûyan, êriş pêk nedihat.   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)’ê têkildarî êrîşên li Çorumê ya li dijî karkerên demsalê pêkhatî, raporek amade kir. Di rapora xwe de cih da van gotinan: “Eger sorkirina leşker neba, êrîş pêk nedihat.” ÎHD’ê, têkildarî êrîşa nîjadperest a 4’ê Tebaxê ya li gundê Tekkê ya girêdayî Çorumê li dijî karkerên demsalî yên Rihayê pêk hatî rapora lêkolîna xwe eşkere kir. Şandeya ÎHD’ê, bi karkerên Demsalê yên Çorumê 6’ê Tebaxê, parezgar û dozger re hevdîtinek çêkirine.   KARKERAN VEGOTIN   Di raporê de wiha cih daye vegotinên karkerên bi navê H.Ç, Î. Ç, H.A û O. A: “ Ev 45 roje ava me ya vexwarinê tuneye, em hewl didin bi wesayîtan bînîn. Xalê keyayê gundê Tekkê çawa hat, li rûyê me qir kir. Ji ber keyayê gund ji me aciz bû, leşker hat û ji me re got: ‘ Hûn wê ji vê derê bar bikin, biterikînin, hûn sergoyê xwe li vê derê dihêlin, herin, we li vê derê naxwazin.’ Me 5 kesan ji rapor derbgirtinê girt. Piştî leşker dîmenên me kişandin, em bûn hedef. Eger sorkirinên wî neban, êrîş pêk nedihat. Ji ber ku ev heft salin em tên vî gundî û diçîn û hetanî niha tu pirsgirik derneketine. Li heman şevê li gund 500 kes kom bûn, cendirmeyan bi dorpêçê re em ji êrîşan parastin. Ji aliyê girseyê ve çêr li me hate kirin, xwestin ku em ji vê derê derkevîn, bi gotina, ‘terorîst bila derkevin’. Ji ber bûyêrê me giliyê wan kir, îfadeyên me jî ji aliyê qereqola ku leşker di bûyerê de rol leyîstî hate girtin. 5 kesan ji ber lêdanê, ji Zanîngeha Hîtîtê rapor girtin. Li gundê ku li dijî me êrîş çêbû, heqdestê me maye, dibe heqdestê me jî neyê dayîn. Di dema lêdanê de leşkeran, nêzî zarokan gaz avête me.”   TIŞTÊN PÊWIST ÊN KU BÊN KIRIN, HATIN RÊZKIRIN   Li gorî encama rapor û tiştên bên kirin ev li xwe girt:   “Pir girînge ku hêzên ewlehiyê yên ku midaxeleya bûyerên civakî dikin, ji zimanê ji hev cihê kirinê birevin. Divê derbarê erkdarên ku tê îdîakirin di bûyerê de cih girtine, lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin.   Divê pêdiviyên elektirîk, av, cihê destavê yên karkerên çandiniyê bên peşwazîkirin, qadên ku sergoyên xwe birijînin bê diyarkirin, dîsa tedbîrên alîkar ên derbarê paqijiya derdora konan ji aliyê şaredariyê ve bê girti.   Divê rayedar, ji bo ên êrîş li ser hatine kirin heqdestê xwe ji gundiyan bigirin, bibin alîkar.   Divê têkildarî gotinên nefretê yên hem di dema êrîşê de ji aliyê gundiyan ve hatî kirin, hem jî  ew kesên ku li ser medyaya dijîtal ev gotin parvekirî bên tespîtkirin û di derbarê wan de lêpirsînek bi bandor, berfireh û zelal bê destpêkirin.     Em ji bo raya giştî radigihînin ku doza lêpirsînê ya  têkildarî êrîşan a dewam dike, dê ji aliyê me ve bê şopandin.”