Cotkar ji DEDAŞ’ê re got: Tişta ku tê kirin şêlandin e 2021-08-14 15:22:30 RIHA - Çalakiyên cotkaran ên li dijî DEDAŞ’ê didomin. Cotkar Cevher Turk têkildarî birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê wiha got: “Tişta ku DEDAŞ dike şêlandin e.”    Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî fatûrayên zêde û birîna ceyranê ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li Rihayê dest pê kirin, didomin. Cotkaran piştî navçeyên Sêwreg, Hîlwan, Wêranşar û Xeliliyeyê îro jî li navçeya Kaniya Xezalan çalakî pêk anîn. Cotkaran di 10’ê tebaxê de li devera Çobanderesî ya girêdayî navçeya Xeliliyeyê bi traktorên xwe rêya Riha û Mêrdînê demekî dirêj ji trafîkê re girtibûn. 13 cotkarên rojekê piştî çalakiyê hatin binçavkirin duh bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Cevher Turk ê yek ji cotkarên di 27’ê tîrmehê de li pêş avahiya AKP’ê ya Rihayê DEDAŞ şermezar kir, bi gotina “Li dijî Nemrûdan bijî berxwedana Îbrahîman” berteka xwe nîşan dabû. Turk, têkildarî çalakiyên cotkaran ên didomin ji ajansa me re axivî.    35 SAL IN DIDOME   Turk, diyar kir ku li dijî pirsgirêka DEDAŞ’ê muxatab nabînin û wiha got: “Ev pirsgirêk 35 sal in didome û pirsgirêkeke civakî ye. DEDAŞ bi awayekî kêfî ceza dibire. Li Hîlwanê 250 hezar donim, li Sêwregê 300 hezar donim li Wêranşar û navçeyên din bi hezaran donimê erd hatine çandin. Şûna ku cotkaran deynin ser serê xwe ceyrana wan dibirin, zilmê lê dikin. Fatûra min a salekê di navbera 250 û 350 hezar lîre de ye. Ev fatura ji 350 donim erdê min re hatiye birîn, şerm e.”   Turk, bi lêv kir ku bi rojan e li dijî DEDAŞ’ê çalakiyên şermezarkirinê tên kirin lê hêj pirsgirêk nehatiye çareserkirin û wiha berdewam kir: “Kes dengê me nabihîse. Em bi gelek rayedaran re axivîn lê pirsgirêk nehat çareser kirin. Li Heranê dema cotkarekî 350 hezar donim zeviya xwe av da, 40 hezar lîre heqê ceyranê dide. Ez li Sêwregê di salekê de 250 hezar lîre didim. Li Rihayê çandinî gelek girîng e. Ji ber ku ji çandiniyê zêdetir debara me nîne.”    Turk, da zanîn ku li herêma Karakeçîlî herî kêm 350 hezar donim garis tê çandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku berhem kulîlk didin rojê 8 saetan ceyran tê birîn. Dema bi awayekî kêfî ceyran tê birîn jî nikarin avdanê bikin. Saziyên li bajar jî xwedî li me dernakevin. Siyasetmedar jî dema deng danînê tên bi sozên vala mirovan dixapînin û diçin.”   ŞÊLANDIN E   Turk, bi lêv kir ku ji ber polîtîkayên xwemalîkirinê gel terkî çarenûsa xwe hatiye kirin û wiha pê de çû: “Hemû gel ji DEDAŞ’ê aciz e. Di şêlînin. Bi hezaran donim berhemên me terkî ziwankirinê hatin kirin. Heke îsal 400 hezar karkerên demsalê derketibin derve, wiha biçe wê ev hejmar bibe 700 hezar. Dema me xwest dengê xwe bidin bihîstin dawiya me dibe edliye. Li vî welatî gerana mafê xwe bûye sûc.”   POLÎTÎKAYÊN NEMRÛDÎ   Cevher Turk, têkildarî çalakiya şermezarkirinê ya di 27’ê tîrmehê de li pêş avahiya AKP’ê ya Rihayê wiha axivî: “Me xwest bi serokê AKP’ê yê Bajêr re biaxivin lê ji me revî. Naxwazin pirsgirêkên gel çareser bikin. Ew Nemrûd in em Îbrahîm. Polîtîkayên îro ser me tên meşandin polîtîkayên Nemrûdî ne. Wê têkoşîna me ya li dijî DEDAŞ’ê bidome.”   MA / Bariş Polat