Girtiya anjiyo bû, li nexweşxanê 8 rojan kelepçekirî ma 2021-08-14 15:48:58   ENQERE - Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, diyar kir ku girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel a anjiyo bû, li nexweşxanê 8 rojan destê wê bi ranzeve kelepçekirî ma ye. Înîsiyatîfê xwest ku înfaza Karaguzel bê taloqkirin.   Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 362’yemîn li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqerê li dar xist.    Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bunyan a Qeyseriyê dimîne. Çevîrmen, derbarê rewşa Karaguzel de ev agahî parve kirin: “Karaguzel di meha Sibatê de ji pozê xwe hat emeliyatkirin. Ji ber vê demek dirêj di karantînayê de hat hiştin. Karaguzel a derbasî qawîşê kirin, krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxanê. Karaguzel anjiyo bû û du rojan di beşa awarte de ma. Piştî 3 rojan Karguzel cardin anjiyo bû û 8 rojan li nexweşxaneyê ma. Karaguzel a anjiyo bû, li nexweşxanê 8 destê wê bi ranzeve kelepçekirî ma. Ji bo ku Karaguzel bê berdan, ji bo raporê serlêdan hat kirin, lê rapor nehat dayîn. Gelek nexweşiyên wê hene. Ji ber van nexweşiyên wên giran divê bê berdan. Her ku diçe nexweşiyên Karaguzel girantir dibin. Ji bo ku Karaguzel karibe bi awayekê baş bê dermankirin, divê rapora şandeyê bigire. Em daxwaz dikin ku rapor ji wê bê dayîn û cezayê wê bê taloqkirin.”