Tedawiya nexweşa penceşêrê Pehlîvan tê astengkirin 2021-08-14 16:02:18   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di hefteya 490’emîn a "Rûniştina F" de xwest ku girtiya nexweş Mesûde Pehlîvan a di Girtîgeha Bayrampaşa de, ji ber avêtina çekên kîmyewî yên qawişê bi nexweşiya penceşêrê ketiye, ji bo tedawiyê were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji ber şewba vîrûsa koronayê çalakiya “Rûniştina F” a 490’emîn ku balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi awayekî online li dar xist. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mesûde Pehlîvan a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne.    Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê parêzer Jiyan Tosûn, diyar kir ku Pehlîvan di 19’ê kanûna 2000’an de di qawişa Girtîgeha Bayrampaşayê ku 6 jin bi saxî hatin şewitandin de bi birîndarî xelas bû. Tosûn, da zanîn ku Pehlîvan ji ber çekên kîmyewî yên avêtin qawişan bi nexweşiya penceşêrê ket. Tosûn, bi lêv kir ku ji xeynî penceşêra mîdeyî, nexweşiya tuberkuloza hestî pê re heye û wiha got: “Ligel ku di şertên girtîgehê de tedawiya Pehlîvan pêk nehat jî qasî 16 salan li Girtîgehên Bayrampaşa, Bakirkoy, Sîlîvrî û Gebzeyê hat girtin, bi armanca ku tedawî bibe înfaza wê hat taloqkirin û hat berdan. Lê hêj tedawiya wê berdewam dikir careke din hat girtin.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Tosûn, anî ziman ku serlêdana ku beriya niha ji bo Pehlîvan li Saziya Tiba Edlî hatibû kirin, hatiye red kirin û wiha axivî: “Careke din serlêdan hat kirin em li benda encama wê ne. Em weke parazvanên mafên mirovan dixwazin ku astengiyên li pêş gihandina mafê tedawiya wê were rakirin, ji bo tedawî kirina wê biryara taloqkirina infaza wê bê dayîn û mafê jiyan û tenduristiya wê were parastin. Ji bo ku astengiyên gihandina mafê tenduristiyê yên girtiyên nexweş werin rakirin rayedaran vedixwînin berpirsyartiyê û rayagiştî jî vedixwînin hestiyariyê.