Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 44’an 2021-08-14 16:25:38 KASTAMONU - Hejmara kesên di karesatên lehiyê yên li herêmên Rojava û Navendî yên Deryaya Reş rû dan de, jiyana xwe ji dest dan derket 44’an. Li Ordûyê ji ber barana zêde lehî rabû û hezaz pêk hat.   Li Kastamonû, Sînop û Bartinê hejmara kesên di karesatên lehiyê de jiyana xwe ji dest dan derket 44’an. Serokatiya Rêvebiriya Afat û Rewşa Awarte (AFAD) ragihand ku li Kastamonûyê 36, li Sînopê 7 û li Bartinê jî kesekê jiyana xwe ji dest daye. Li aliyê din, li navçeya Unye ya Orduyê ji ber barana zêde lehî rabû û hin kargeh û mal dibin avê de man. Ji ber hezaza pêk hat jî, hin rê hatin girtin.