ÎHD: Şahîd heye, girtin tuneye 2021-08-14 16:37:39   ÎZMÎR - Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, aqûbeta xwendekarê zanîngehê Tolga Baykal Caylan pirsî û got: “Ligel ku şahid, îtîrafkar û îfade hene jî, tu kes nehat girtin.”    Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, aqûbeta xwendekarê zanîngehê Tolga Baykal Ceylan (24) ê di 10’ê Tebaxa 2004’an de hat binçavkirin û dûre winda bû pirsî. Komîsyonê daxuyaniya xwe li ber Sumerbanka kevin a Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Winda diyarin, kujer li ku derê ne?” û “Winda wijdanin, xwedî lê derkevin” hatin vekirin. Endam û rêveberên ÎHD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    SERLÊDAN BÊ ENCAM MAN   Endamê Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Caner Canli, çîroka Ceylan vegot û wiha got: “Ceylan ê dibin çavan de hat windakirin, çepgir û Xiristiyan bû. Dayika wî Kadriye Ceylan, serî li hemû saziyên berpirsiyar ên dewletê da û li kurê xwe geriya. Dayika Ceylan li her derê rastî xemsariya rayedaran hat. Dosyeya lêpirsînê ya di sala 2004’an de, ji aliyê Serdozgeriya Demîrkoyê ve hatibû destpêkirin jî, di sala 2006’an de, bi hinceta 'cih ji darizandinê re tuneye' hat girtin.”   Canli, da zanîn ku ji bo lêkolînkirina aqûbea Ceylan di sala 2011’an de li Meclîsê komîsyonek hat avakirin û wiha got: “Komîsyonê, di dema xebata xwe ya 4 mehande, guhdarî gelek kesan kir. Di vê çarçoveyê de raporek berfireh hat amadekirin. Lê cardin tiştek dernet holê. Ligel ku şahid, îtîrafkar û îfade hene jî, dewlet vê bûyerê înkar dike û tu kesî nagire.”