Li Şemzînanê hevdîtina 'Dem dema azadiyê ye': Bêyî gelê kurd tu partî nikare bibe îqtidar 2021-08-14 19:55:59   COLEMÊRG - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku di çarçoveya hevdîtinên "Dem Dema Azadiyê ye" de li Şemzînanê axivî, got: "Êdî dewra AKP-MHP'ê qediya."    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li Colemêrg û navçeyên wê di çarçoveya kampanyaya "Dem Dema Azadiyê ye" de îro li Şemzînanê hevdîtin bi gel re kirin. Heyet çû Şemzînanê û gundên Garê, Gulankê, Qeleşk û Şaûrteyê.    Ozturk, anî ziman ku ji roja roj de gelê kurd tu carî koletiya tu neteweyan nekiriye û gelê kurd deriyên xwe ji hemû netewe û şaristaniyan re vekiriye û got: "Gelê kurd dixwaze jiyaneke bi hev re û wekhev bijî. Lê dewleta tirk ji roja roj de bi polîtîkayên tunekirin û înkarkirinê li hemberî gelê kurd komkujî kirine. Zimanê wî înkar kir. Ji bo gelê kurd bê vîn bihêle û tune bike, her tişt kir."    DIRÛXIN    Ozturk, anî ziman ku îqtidara AKP-MHP'ê li ber rûxandinê ye û bi polîtîkayên xwe yên zilmê diyar bûye ku dê dawiya wê bê. Ozturk got: "Êdî dewra îqtidara AKP-MHP'ê qediya, dawî li xwe anîn. Bêyî gelê kurd tu partî nikare bibe îqtidar û biryarê bigire. Gelê kurd xwedî statuyeke ku rol diyar dike. Tirkiye ji bo temenê xwe dirêj bike êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û dixwaze gelê kurd bera hev bide. Divê em pêşî li ber vê bigirin û di her warî de bibin yek."    HALÊ WAN LI BER ÇAVAN E    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî anî ziman ku Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bedêlan bûne xwediyê vê statuyê û got: "Cîhan bi saya bedêlên li Başûr û Rojavayê kurdan nas dike. Cîhan dizane ku gelê kurd ne ehlê şer, ehlê aştiyê ye. Gelê kurd dixwaze bi zimanê xwe û çanda xwe bijî. Kesên li hemberî gelê kurd polîtîkayên tunekirin û îmhakirinê dimeşînin, rewşa wan li ber çava ye. Halê rêvebirên Tirkiyeyê li ber çava ye. Çete dewleta tirk bi rê ve dibin. Tiştekî wan î ji civakê re bikin tune ye."    Heyet, piştî serdana gundan hevdîtina xwe ya bi gel a li Şemzînanê bi dawî kir.