Posterên Ocalan hatin vekirin: Êlih îşareta azadiyê da 2021-08-14 20:02:19   ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, li Êlihê di mîtînga "Dem Dema Azadiyê ye" de axivî û got: "Êlih, îşareta serketinê, îşareta azadiyê da. Kurdistan, îşareta azadiyê azadiya Birêz Ocalan da."    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyaya "Dem Dema Azadiyê ye" de li Qada Newrozê ya Êlihê mîtîngek li dar xist. Li gel hemû astengiyên polîsan jî bi hezaran kes ber bi Qada Newrozê ve herikîn û dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin.    POSTERÊN OCALAN HILDAN    Di mîtîngê de dirûşmeya "Bijî berxwedan zinadan" hat berzkirin û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Gava poster hatin vekirin dengê çepik û tilîliyan li qadê olan da û dirûşmeya "Birêz Ocalan" hat berzkirin.    DEMA GELÊ KURD    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di mîtîngê de axivî. Keskîn girseya ku bi hezaran ew bi dirûşmeyan pêşwazî kirin re got "Silav ji lehengên Êlihê re" û got: "Em kurd in, li her derî ne. Ji zû de ye li Kurdistanê, li Tirkiyeyê kuçe bi kuçe, navçe bi navçe, bajar bi bajar em li dijî zilmê, tecrîdê û bişavtinê li qadan e. Gelê kurd bi sedan sal e ji bo statuya xwe, ji bo mafên xwe li ber xwe dide. Niha dem dema azadiyê ye. Êdî gelê kurd hatiye wê astê ku azad bibe. Li Rojhilata Navîn, dem dema gelê kurd, dema Kurdistanê ye."    ‘OCALAN VÎNA GEL E'    Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Feraseta AKP-MHP'ê bi polîtîkayên xwe yên qirêjî, bi polîtîkayyên xwe yên dagirkirinê dixwaze gelê kurd tune bike. Lewma Birêz Ocalan tecrîd dike. Di Newrozan de ev gel got, Ocalan vîna min e. Heger hûn çareseriyê dixwazein, nexwe guh bidin qîrnên gelê kurd û tecrîdê rakin."    ‘ÎRO ROJA AZADIYÊ YE'    Bayindir, destnîşan kir ku kurd bi têkoşînê gihaştine asteke pir girîng û got: "Niha em di xaçerêyeke krîtîk de ne. Li hêlekê tunekirin û nîkarkirin, li hêla din jî azadî û serketin heye. Îro, roja azadiyê ye. Êlih îşareta serketin, îşareta azadiyê da. Kurdistan îşareta azadiya Birêz Ocalan da. Em li vê qadê careke din bang dikin. Em her roj xurtir dibin. Em li çar perçeyên Kurdistanê ber bi azadiyê ve dimeşin. Werin em vê îqtidarê biguherînin. Bi vî awayî dê krud karibin azad bibin û demokrasiya Tirkiyeyê biguhere.    Mîtîng, bi axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan didome.