Bûldan: Pêdivî bi Ocalan heye 2021-08-14 22:15:42   ÊLIH - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku tevli mîtînga "Dem Dema Azadiyê ye" bû got: "Heya pirsgirêka kurdî çareser nebe, qethiyen dê demokrasî neyê vî welatî. Em careke din bang dikin; pêdivî bi Ocalan heye."    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Êlihê bi dirûşmeya "Dem Dema Azadiyê ye" mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan" hat berzkirin.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku di mîtîngê de axivî, bi kurdî gelê Êlihê silav kir. Bûldan got: "Em HDP, bi dirûşmeya 'Em HDP'î ne, li her derî ne' li çar hawirdorên Tirkiyeyê, li ku derê zilm hebe li wir, li ku derê kî hatibe kuştin, dest dirêjî wê hatibe kirin, em li wir in. Niha jî em li Êlihê ne. Ji ber ku em bi ruhê berxwedê û têkoşer ê Êlihê dizanin û ji ber ku Êlih li gel hemû zext û zoriyan xwedî li partiya xwe û vîna xwe derdikeve em li vir in. EM bi vê serbilind in."    Bûldan, bal kişand ser lehiyên li herêma Behra Reş rabûn û got: "Em baş dizanin polîtîkayên talanker ên îqtidar, hikûmeta AKP'ê, dibin sedema mirina mirovan."    ÊRÎŞÊN NÎJADPERST   Bûldan, li ser êrîşên nîjadperest ên li hemberî penaberan jî sekinî û got: "Gava penaber anîn, bi milyonan pere ji welatên Ewropayê stendin, kredî stendin. Lê wî pereyî ji bo îqtidara xwe xerc kirin. Mafê jiyanê yê penaberan binpê kirin. Niha wan bi êrîşên nîjadperest lînç dikin. Mafê wan ê jiyanê esas nagirin. Hemû penaberên tên welatê me emanetî me ne. Lewma li hemberî êrîşên nîjadperest, hesasbûna civakî divê."    'PÊDIVÎ BI AŞTIYEKE CIVAKÎ HEYE'    Bûldan di berdewama axaftina xwe de got: "Pêdiviya vê civakê bi aştiyeke civakî heye. Em ji bo vê têdikoşin. Gava kurd bi zimanê xwe, bi nasnameyya xwe û çanda xwe bi rihetî bijîn, wê çaxê dê aştiya civakî çêbibe. Gava elewî bi rihetî îbadeta xwe li gor bîr û abweriya xwe bikin, wê çaxê pêkan e. Em vê feraseta ku vana ji nedîtî ve tên û bi dijminatî nêzî kurdan dibe qethiyen qebûl nakin. Em HDP, baş dizanin ku li vî welatî aştiya civakî bi çareserkirina pirsgirêka kurdî pêkan e."    HEVDÎTINA BI OCALAN RE    Bûldan, pêvajoya ku hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dihatin kirin bibîr xist û got: "Gava me hevdîtin bi Birêz Ocalan re dikir, pêvajoyek wisa hebû ku kesî jiyana xwe ji dest nedida û dê, ciwan û jin bihêvîbûn ji bo pêşerojê. Lê piştî astengkirina wê pêvajoyê û cardin tecrîda li ser Birêz Ocalan re, em bi feraseteke ku vê pêvajoyê girantir dike re rû bi rû ne. Heya pirsgirêka kurdî neyê çareserkirin, dê demokrasî neyê vî welatî. Dê azadî, edalet, hiqûq qet neyên heya pirsgirêka kurdî çareser nebe. Lewma ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî divê li Îmraliyê teqez hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên çêkirin."    'TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Bûldan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tecrîd nayê qebûlkirin. Wekî hemû kesên di girtîgehê de mafê Birêz Ocalan jî heyye ku hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Ev heq û hiqûq, ne heq û hiqûqeke ku me afirandiye. Qanûnên kesên welêt bi rê ve dibin bi xwe ye. Qanûnên xwe jî ji bo mirovekî, ji bo Birêz Ocalan, pêk naynin. Em HDP, careke din diqîrin ku teqez divê tecrîd bê rakirin û hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên kirin. Pêdivî bi vê heye."    Mîtîng, piştî axaftina Bûldan bi berzkirina dirûşmeyan û bi çepikan bi dawî bû.