ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê 2021-08-15 09:00:05   * Serokê Giştî yê TARIM-ORKAM SEN'ê Ahmet Keleş, anî ziman ku agirên bi daristanan dikevin ji ber polîtîkaya şer, îmar û xwezayê ya îqtidarê ne û destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo ekolojî û demokrasiyê bi hev re bê kirin.    * Ahmet Ûçar ku lîstika "Olum Ûykûdaydi" ya derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û çalakiyên greva birçîbûnê de, nîşan da, anî ziman ku di lîstikê de hêvî tê birêxistinkirin.    * Esnaf Suleyman Canaşan ku li Çarşiya Şewitî 45 sal in kincên kevn difiroşe, anî ziman ku ji ber krîza aborî êdî mirov ji bo kincên 20 lîreyî jî doza daxistinê dikin.    * Cobarê Zerganê bûye sergo. Welatiya bertek nîşan dan ji ber ku nayê paqijkirin û xwestin çem bê paqijkirin.    * Li  paytext Hewlêrê ya Herêmê Kurdistanê gelek tax bi rojan in bêav in. Parlementerê YNK'ê Loqman Werdî diyar kir ku Hikûmeta Herêmî ji bo vê gavine girîng neavêtine û got: "Heger hikûmet li gorî berjewendiyên gelê herêmê tevbigeriya, dê îro ev rû nedana."    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 160'emîn de didome.