Cobarê Zerganê bûye sergo 2021-08-15 09:04:30   MÊRDÎN - Cobarê Zerganê bûye sergo. Ji ber ku nayê paqijkirin welatiya bertek nîşan da û xwestin çem bê paqijkirin.    Cobarê Zerganê ku di nav navçeya Qoser a Mêrdînê re derbas dibe, ji ber çopan bûye wek sergo. Welatiyan gelek caran gilî kiriye, lê dîs ajî tiştek nehatiye kirin û cobar nehatiye paqijkirin. Şaredariya Qoserê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, diyar dike ku cobar aydê Midûriyeta Giştî ya Rêbejahiyê ye û bi vî awayî xwe nade ber paqijkirina cobar.    DIVÊ BÊ PAQIJKIRIN    Bûrhan Guzel ku mala wî nêzî cobar e, anî ziman ku ji ber ku paqijî nayê kirin ji ber bêhna cobar li malê deyax nakin û çendî dinya germ e jî ji ber bêhnê nikarin paceyên xwe vekin. Guzel got: "6-7 meh in li avahiyeke nêzî cobar dimînim. Rayedar dibêjin 'em ê paqij bikin', lê paqij nakin. Şaredarî jî dibêje aydê rêbejahiyê ye û rêbejahî jî dibêje aydê şaredariyê ye. Em dixwazin rojek berî rojekê cobar bê paqijkirin."    Abdûlganî Bîlen jî got: "Me ji bo vê îmze kom kirin. Me serî li Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê û Midûriyeta Tenduristiyê da, lê tiştek jê derneket. Hemû dixin stuyê hev. Me serî li şaredariyê da, wan jî tiştek nekir."    BÊHN Û QIRÊJΠ   Bîlen, diyar kir ku tenê ne Taxa Cumhûriyetê, Taxa Tepebali û Taxa Ataturkê jî ji ber bêhnê nerihet dibe û got: "Dikarin paqij bikin. Gelê Qoserê ev qirêjî û bêhna pîs heq nake."    Bîlen ji bo paqijkirina robar bang li rayedaran kir.