Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake 2021-08-15 09:05:48   NAVENDA NÛÇEYAN- Li  paytext Hewlêrê ya Herêmê Kurdistanê gelek tax bi rojan in bêav in. Parlementerê YNK'ê Loqman Werdî diyar kir ku Hikûmeta Herêmî ji bo vê gavine girîng neavêtine û got: "Heger hikûmet li gorî berjewendiyên gelê herêmê tevbigeriya, dê îro ev rû nedana."    Li  paytext Hewlêr a Herêmê Kurdistana Federe bi rojane gelek tax bêav in. Rayedaran ji bo helkirina vê pirsgirêkê gelek soz dan, lê belê heya niha sozek xwe jî neanîne cî. Welatiyên ku di vê kela havînê de nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî pêk bînin, li kolan û taxan bi çalakiyên cur bi cur bertek û nerazîbûnên xwe tînin ziman.    Parlementerê Yêkitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Loqman Werdî têkildarî mijara avê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'TU HEWLDANÊN HIKÛMETÊ TUNE NE'    Parlementer Werdî, anî ziman li bajarê Hewlerê hejmara taxên ku bêav roj bi roj zêde dibin û ji ber bêhestiyariya hikûmetê gel perîşan bûye û got: "Ji bo çareserkirina vê pirsgirîkê 2 rê hene. Ger ku van projeyan pêk bînin, dê li herêmê pirsgirîka nemîne. Ya yekemîn, divê tesîsên avê yên safkirinê bên çêkirin.  Divê hikûmet bi lez û bez van projeyên avê pêk bîne û divê bendavên derdora Hewlêrê bên çêkirin ku avên baranê bikaribin bên girtin. Di taxan de divê  ji sedî 70 metre cih bê kolandin ku ava vexwarinê bê peyda kirin. Lê niha ev jî metirseyeke pir mezin e. Di vê hêlê de jî hîkûmet bi berpirsyarî tevnagere û tunebûna avê jî ne xema wan e. Di salên borî de jî ji bo peydakirina avê tu hewledanên hikûmetê yên cidî çênebûn. Bi rojane ava gel tune ye. Li dijî tunebûna avê jî nêrazîbûnên gel gihîştine asta herî jor. Gel bi bertek e û bi awayekî demokratîk daxwaza xwe ya avê li kolanan bi çalakiyên cur bi cur tîne zimên. Lidarxistina van çalakiyan mafeke sereke ye. Erka hikûmetê ya herî sereke ew e ku ava paqij ji gelê xwe re peyda bike. Hikûmet jî baş dizane ku pirsgirêka avê heye. Lê mixabin vê pirsgirêka heyî paşguh dike. Ev jî bi tena serê xwe pirsgirêk e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê divê helwesteke cîdî hebe. Em YNK piştgiriyê didin daxwazên gel û li gel wan in."    EV PIRSGIRÊK 10 SAL IN HEYE    Werdî, da zanîn ku pirsgirêka avê ne pirsgirêkeke nû ye. Werdî, bilêv kir ku li herêmê gel li hemberî bêaviyê li ber xwe dide û got: "Bêgûman li Hewlêrê pirsgirêka ava vexwarinê heye. Ji bo peydakirina vê avê, divê hewldanên hikûmetê hebin. Li Hewlêrê hezar û sedî 90 bîrên avê hene. Ev bîrên ku ji sedî 60 wan ava paqj ji Hewlerê re peyda dikirin, lê ji ber barana vê dawiyê qirêj bûn. Niha ev av ji sedî 30 qirêj bûye. Li gel qirêjbûna avê projeya tesîsên safkirina avê jî qels man. Qirêjbûna avê jî dibe sedem ku li herêmê hejmareke mezin a mirovan bêav bimîne. Ji ber wê jî ev yek di nava gel de dibe sedema bertekan. Di van 10 salên dawî de li herêmê pirsgirêkeke pir cidî ya avê heye. Lê  heta niha  ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngavên  girîng neavêtine. Hejmara gelê Hewlêrê jî roj bi roj zêde dibe. Ev jî dibe sedem ku ev projeyên heyî yên avê têra xelkê Hewlêrê neke. Di vê demsala havînê de gelek taxên Hewlêrê bêav in û bi taybetî jî ên li van taxan kesên xizan in."    'SEKINANDINA PROJEYÊ ZIRAR DA HERÊMÊ'    Werdî, diyar kir ku bi têkçûna projeya bendavê ya di sala 1985'an de, li herêmê pirsgirêkeke mezin a avê rû daye û ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî pêdivî bi polîtîkayên rast heye û wiha dom kir: "Di heman demê de projeyeke pir girîng heye. Ev proje jî projeya bendavê bû. Hikûmeta Iraqê di sala 1985'an de dest bi  çêkirina wê kiribû. Ji bo ku zûtirin ev bendav bê çêkirin biryar hatibû girtin. Lê mixabin şerê Iraq û Îranê ji vê projeyê re bû rêgirî. Piştî raperîna 1991'ê proje bi temamî hat sekinandin û ev proje hat talankirin. Piştî ku di sala 2005'an de Iraq hat rizgarkirin ji hêla wezaretê ve bi fermî hat sekinandin. Sekinandina vê projeyê jî zirareke mezin da herêmê. Heger îro hikûmeta heyî projeyên bi vî awayî bidana pêşiya xwe, em bi van pirsgirêkan re rû bi rû nediman. Bêgûman ev hemû girêdayî polîtîkayên hikûmetê ne. Heger hikûmet li gorî berjewendiyên gelê herêmê tevbigeriya dê îro ev pirsgirêk rû nedana û peydakirina avê jî ev qas zehmet nedibû. "   ALOZÎ   Werdî, da zanîn ku herêm bi pirsgirêkeke avê ya pir xeternak re rû bi rû ye û got: "Heger hişkesaliya par îsal jî li herêmê bidome, em ê bi aloziyeke avê re rû bi rû bimînin. Ji bo çareserkirina bêaviyê me daxwaz û pêşniyarên xwe di parlementoyê de anîn zimên. Divê di çareserkirina vê pirsgirêkê de hikûmet ji tiştekî nereve û ya pêwîst çibe wê bike. Ji bo ku ava herêmê zêde bibe divê li derdora bajêr bendav bên çêkirin. Ancax bi vî rengî dikarin pirsgirêka kêmaviyê çareser bikin."   MA / Zeynep Dûrgût