Li Êlih û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin 2021-08-15 09:18:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeyên Êlih û Mêrdînê polis û leşkeran bi ser malan de girtin û hevserokên HDP'î jî di nav de 6 kesan binçav kirin.    Li navçeya Hezoyê ya Êlihê û li navçeyên Dêrik, Stewr û Midyadê yên Mêrdînê polis û leşkeran bi ser malan de girtin û gelek kesî binçav kirin. Di çarçoveya lêpirsîneke ku derbarê wan de hatibû destpêkirin de polisan li navçeya Hezoyê Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Berjîn Altan û rêveberê HDP'a navçeyê Mehmet Baz binçav kirin û birin Miduriyeta Polisan a Navçeyê.   MÊRDÎN   Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de jî polisan li Dêrikê bi ser mala Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Selma Ozcan de girtin û wê binçavkirin. Dema serdegirtinê polisan mala Ozcan serûbinî hev kirin û hemû amûrên wê yên li malê ji hev belav kirin. Di çarçoveya heman lêpirsîn de li gundê Ewina yê Stewrê jî leşkeran bi ser mala Dersim Yavûz de girtin û li Miduriyeta Polisan a Navçeyê radestî polisan kirin.    Hat hînbûn ku di serdegirtinên li navçeya Midyadê de jî polisan bi ser mala Serokê Komeleya Jinan a Suryaniyan Teodora Ozdemîr û Serokê Komeleya Yekitiya Suryaniyan a Mêrdînê Yûhanna Aktaş de girtine û wan binçav kirine û bi xwe re birine Miduriyeta Polisan a Mêrdînê.