Li Erzirom û Qersê lehî rabûn 2021-08-15 10:14:58   ERZIROM/QERS - Li navçeya Qamûşan a Qersê û navçeya Îdê ya Erziromê, barana ku zêde bariya bû sedema lehiyê. Ji ber lehiyê xesar gihîşt gelek mal û axuran. Gelek sewal bi lehiyê re çûn.    Li navçeya Qamûşan a Qersê û navçeya Îdê ya Erziromê, ji ber barana zêde lehî rabû. Ji ber barana zêde ji bo demekê rêya di navbera navçeyên Oltî û Îdê yên Erziromê de ji çûn û hatinê re hat girtin. Li gundê Mjingerd ê navçeya Qamûşan a Qersê jî lehî rabû û xesar gihîşt mal û axuran. Li gund du wesayîtan bi lehiyê re çûn û 30 dewart mirin. Her wiha pireke li ser çemê gund jî hilweşiya.