Li Amedê 63 kes 3 roj in di bin çavan de ne 2021-08-15 13:08:46     AMED - Li Amedê, 2 rojnameger jî di nav de kesên ku roja înê hatibûn binçavkirin 3 roj in di bin çavan de ne.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinên li ser medya sanal bi angaşta "endamtiya rêxistinê" lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara binçavkirina 88 kesan dabû. Di 13'ê tebaxê de di çarçoveya lêpirsînê de polisan bi ser 104 malan de girtibû û nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer û rojnameger Kadîr Bayram jî di nav de 63 kesan binçav kiribûn. Ji ber biryara nepeniyê parêzer xwe nagihînin hûrgiliyên dosyayê. Ji ber sînordarkirina wan parêzeran piştî 24 saetan xwe gihandin muwekîlên xwe û bi wan re hevdîn kirin.    63 kesên ku 3 roj in di bin çavan de ne tê payîn ku sibê sewqî edliyeyê bên kirin.    NAVÊN KESÊN DI BIN ÇAVAN DE   Navê kesên li Amed û navçeyên wê hatine binçavkirin wiha ne: Nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer, rojnameger Kadîr Bayram, endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê Ferhat Azan, Mazlûm Gok, Gulistan Yilmaz, Umît Akbiyik, Çetîn Temel, Rojîn Varhan, Serhat Sonmez, Kadrî Şîmşek, Endamê SES'ê Aytaç Eles, Sohbet Yildiz, Dîcle Ayaz, Mûstafa Kûrt, Osman Karaaslan, Baver Onerarı, Umît Akpinar, Mehmet Alî Tekmîr, Mehmet Noyan, Ozlem Oncel, Zîlan Dag, Mehmet Emîn Fîrak, Mehmet Emîn Gurcu, Abdûllah Çapraz, Haci Tahîr Faziloglû, Zemîrhan Yilmaz, Mehmet Kûrt, Osman Karaaslan, Yûsûf Ateş, Mazlûm Çîçek, Metîn Şengul, Yakûp Malçok, Mûstafa Kolakan, Mehmet Atik, Mehmet Selam Balta, Îsa Ûzûnboy, Nadîr Karakoç, Erkan Eren, Eyup Orak, Kerem Çetin, Suleyman Varlû, Mazlûm Kardaş, Suleyman Bayram, Şîrîn Aslan, Mûhammed Bozkir, Sedat Aydin, Berat Oturmak, Kemal Guneş, Serhat Ataş, Firat Ûlûişik, Ahmet Aladag, Rehber Demîr, Mehmet Aydin, Cahît ÎganlÎ, Ûmût Tûrsûn, Diyar Orak, Dogan Tûncer, Mehmet Katar, Yûsûf Demîrkiran, Hebûn Erînfîk, Azad Saygi.”