Li Êlih û Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 10'an 2021-08-15 13:23:03   ÊLIH'MÊRDÎN - Li Êlih û Mêrdînê, di serdegirtina malan de hevserokên HDP'ê û serokên komeleyên suryaniyan jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Hezoyê ya Êlihê di çarçoveya lêpirsîneke ku derbarê wan de hatibû destpêkirin de polisan li navçeya Hezoyê Hevserokên HDP'ê yên Navçeya Berjîn Altan, rêveberê HDP'a navçeyê Mehmet Baz û Endamê Meclisa Şaredariyê Îmadedîn Dînler binçav kirin û birin Miduriyeta Polisan a Navçeyê.   MÊRDÎN   Li Mêrdînê jî di çarçoveya lêpirsîneke ku ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de polisan li navçeyên Dêrik, Qoser, Midyad, Şemrex û Mehsertê bi ser malan de girtin û gelek kesan binçav kirin. Di serdegirtinan de Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Dêrikê Selma Ozcan, rêveberên HDP'ê Şenol Şan, Tevfîk Akyol, Dersim Yavûz û Diyar ku paşnavê wî nehat hînbûn; li navçeya Midyadê de jî Serokê Komeleya Jinan a Suryaniyan Teodora Ozdemîr û Serokê Komeleya Yekitiya Suryaniyan a Mêrdînê Yûhanna Aktaş hatin binçavkirin û wan birine Miduriyeta Polisan a Mêrdînê   Her wiha hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de bi ser gelek malan de hat girtin.