Li Bûrsayê operasyona medya sanal 2021-08-15 15:18:02   BÛRSA - Li Bûrsayê bi hinceta parvekirinên li ser medya sanal 4 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve bi hinceta parvekirinên li ser medya sanal hatibû destpêkirin de polisan li Bûrsayê bi ser malan de girt. Polisan, di serdegirtinan de endamên HDP'ê Fatîh Başak û Hakîm Çelepoglû û 2 kesên ku navê wan nehatin hînkirin binçav kirin.    Tê payîn k her çar kesên di bin çavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin.