Sûka Bedlîsê ku weke ‘avahiya bixeter' hatibû îlankirin tê valakirin 2021-08-15 15:33:15   BEDLÎS - Li Bedlîsê, bi hinceta projeya ku tê xwestin li qeraxê çem bê çêkirin, kargehên ku bi biryara Serokkomariyê weke "avahiya bixeter" hatibûne îlankirin, ji bo hilweşandinê tên valakirin.    Li taxên Ataturk, Devrîm, Gazîbey, Hersan û Muştakbaba yên navenda Bedlîsê 700 avahî, di meha nîsanê ya sala 20202an de bi Biryarnameya Serokkomariyê weke "avahiya bixeter" hatibûn îlankirin. Di doza ku ji bo betalkirina biryara Serokkomariyê hatibû vekirin de dozgerê Dadgeha Bilinn, bi hinceta li dijî hiqûqê ye pêşniyar kiribû ku biryar bê betalkirin. Piştî vê pêşniyarê Walîtiya Bedlîsê, derbarê avahiyan de Qanûna Bobelatan a Bihejmara 6306 kiribû metiyetê. Esnafan, ji bo betalkirina vê pêkanînê serî li Dadgeha Îdarî ya Wanê dabûn û doz vekiribûn. Dadgehê, biryara "rawestandina birêvebirinê" da. Rexmî vê biryarê jî kirarî berdewam dike.    Walîtiya Bedlîsê, ji esnafan xwest ku heta 30'ê tîrmehê avahiyan vala bikin. Lê esnafan dikanên xwe vala nekirin. Di 13'ê tebaxê de makîneyên kar xwestin bi zorê esnafan ji dikanên wan derbixin lê esnafan rê neda vê yekê. Ji ber vê polisan êrişê esnafan kir û 70 esnafî binçav kirin. Piştre hemû esnaf hatin berdan.    Îro jî Walîtiyê ji esnafan xwest ku heta saet 17.00'an dikanên xwe vala bikin. Heta niha hinek dikan hatine vakirin û hinek dikan jî vala nebûna hê sekinandî ne.