Di daweta kurê xwe de hat binçavkirin 2021-08-15 19:50:56 COLEMÊRG - Li Colemêrgê, Omer Işik, di daweta kurê xwe de ji aliyê eskeran ve hat binçavkirin.   Omer Işik ê li gundê Talê yê girêdayî Colemêrgê dijiya, îro di daweta kurê xwe Nevzat Işik de, ji aliyê eskeran ve di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Işik ê bi hinceta derbarê wî de “îxbar” heye hat binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Ji bo ku Işik ê bavê 4 zarokan, beşdarî daweta kurê xwe bibe, parêzeran serlêdan kirin. Lê hemû hewldanên parêzer û xizmên Işik, bê encam man.