Ji ber koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan 2021-08-15 20:00:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber şewba vîrûsa koronayê, di nava 24 saetan de 154 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 hezar û 847 kes bi vîrûsê ketin. Li gorî daneyên rojane yên Wezareta Tenduristiyê, di nava 24 saetên dawî de, 154 kesan ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan û 18 hezer û 847 kes bi vîrûsê ketin. Li gorî tabloya wezaretê, 14 hezar û 426 kesên bi vîrûsa koronayê ketibûn, baş bûne.