ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'AN 2021-08-16 09:00:02   * Di 2’yemîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur de, bandora Şoreşa Jinê ya Rojava derket pêş. Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah, diyar kir ku şoreşa jinê îlhamê dide Rojhilata Navîn û got: “Ev dîroka me ye.”   * Ji 3 jinên endamên RJAK’ê ku roja Salvegera Komkujiya Şengalê dema ku vegeriyabûn Hewlerê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatibûn desteserkirin, 13 roj in agahî nayê girtin. Jinên Botanê bertek nîşanî vê helwesta PDK’ê dan û ev tişt gotin: "Bi binçavkirina her sê jinan têkoşîna jinên kurd hedef hat girtin.”   * Rojnameger Mehmet Gûleş ê ku piştî 5 salan şûn de ji girtîgehê derket wiha got: "Em çiqasî bên astengkirin, çiqasî bên girtin em ewqasî bihêztir dibin. Heta ku jiyan bidome ev kevneşopî jî wê berdewam bike."   * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 161'emîn de berdewam bike.    * Rêveberên Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), wê têkildarî vekirina doza derbarê partiya xwe de li avaihya xwe ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)     * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê wê têkildarî zext û lêferzkirina sîxûriyê ya li ser endamên xwe li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe.(13.00)