Li Mîdyadê agir bi daristanê ket 2021-08-16 09:01:30   MÊRDÎN - Li gundê Batê yê bi ser navçeya Mîdyadê ve agir bi daristanê ket.    Li gundê Batê yê bi ser navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê ve di saetên şevê de agir bi daristanê ket. Agirê ku gundî hewl didin mudaxile bikin, bi bandora bayê belav bû. Tîmên agirkujiyê yê sewqî herêmê hatin kirin, piştî demekî şewatê kontrol kirin.    Muxtarê gund Îsa Şahîn, ragihand ku piştî mudaxileyeke dem dirêj şewat hat kontrolkirin. Şahîn diyar kir ku li hin cihan agir heye û li dijî rewşeke neyînî li cihê ku agir bi daristanê ket nobetê digirin.