'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin' 2021-08-16 09:02:17 ŞIRNEX - Ji 3 jinên endamên RJAK’ê ku roja Salvegera Komkujiya Şengalê dema ku vegeriyabûn Hewlerê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatibûn desteserkirin, 13 roj in agahî nayê girtin. Jinên Botanê bertek nîşanî vê helwesta PDK’ê dan û ev tişt gotin:”Bi binçavkirina her sê jinan têkoşîna jinên kurd hat hedefgirtin.” Şandeyeke Rêxistina Jinên Azad (RJAK), ji bo beşdarbûna Salvegera Komkujiya Şengalê ku DAIŞ'ê di 3'ê Tebaza 2014'an de li dijî êzidiyan pêk anîbû, çêbû Şengalê. Dema vegerê Asayîşa PDK'ê Meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Abdulbaqî û Seyran Ehmed desteser kiribûn. 13 roj in agahî ji her sê jinên siyasetmedar nayê girtin û heta bi tu awayî derbarê desteserkirina wan de daxuyaniyeke fermî behatiye dayîn. Jinên Botanê, bertek nîşanî vê helwesta PDK’ê dan û gotin ku divê aqûbeta her sê jinan ji raya giştî re bê parvekirin û her sê jin demildest bên berdan.    ‘TÊKOŞÎNA JINA KURD HAT HEDEF GIRTIN’    Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabûha Akdag, diyar kir ku PDK bi vê helwestê dijminahiya xwe ya li hemberî jinan raxistiye berçavan û wiha axivî:" Bi salan e li Tirkiyeyê jin bi tundiyê re rû bi rû ne û heta niha jî bi hezaran jin ji hêla hevjînên xwe ve hatine qetilkirin. Faîlên van jî bi tu awayî nayên dîtin. Dema ku em li başûrê Kurdistanê dinêrin jin li wir jî bi heman tiştî re rû bi rû ne. Hikûmeta PDK'ê jî li ser xeta AKP û MHP'ê tevdigere. Dijminahiya AKP'ê ya li hemberî jinan çi be li Başûr jî ew tê dîtin. Hikûmeta PDK'ê jî vîna jinê qebûl nake. Ji ber vê jî ew her sê hevalên me yên jin binçav kirine. Di rojeke wiha girîng de binçavkirina van her sê jinan bêgûman ne ji rêzê ye. Bi binçavkirina van her sê hevalên me têkoşîna jinan hatiye hedefgirtin. Ev 13 roj in em bi tu awayî agahî nastînin û ji ber vê jî gumanên me hene. Em vê nêzikatiya PDK'ê şermezar dikin û bang li hikûmetê dikin ku demildest aqûbeta her sê jinan ji raya giştî re parve bikin."    ‘DIVÊ DEMILDEST BÊN BERDAN’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zozan Aksu jî bal kişand li ser binçavkirina her sê jinên siyasetmender û got ku helwesta ku pêşiya têkoşîna jinên azad digire nayê qebûl kirin û ev tişt anîn ziman" Bi van pêkanînan dixwazin dengê jinan qut bikin. Dibe ku em li welatên cuda bin, lê em bi heman hişmendiyê re rû bi rû ne û em heman tiştî dijîn. Lê li dijî vê hişmendiyê divê em rêxistinbûyina xwe bi hêz bikin û li hemberî van polîtîkayan bisekinin. Jinên ku dixwestin ew jinên ku bi destê DAÎŞ'ê hatine revandin bibîr bînin, hatine binçavkirin. Ev jî wê nîşanî me dide ku PDK bi hişmendiya AKP'ê tevdigere. Em weke tevgera jin Başûr ji nêz ve dişopînin û mixabin li wir jî polîtîkayên li dijî jinan bi heman awayî tên meşandin. Lê tundî û kuştina li dijî jinê li kîjan welatî hebe, em weke tevgera jin wê li wir li gel wan jinan cih bigirin û bi çalakiyên cûr bi cûr ji dengê wan re bibin deng. Ji ber ku jin bi kîjan nasnamê, nîjad û welatî be qêrîn heman e. Ji ber vê jî em binçavkirina van her sê hevalên jin qebûl nakin. Banga me li PDK'ê ku demildest van hevalên me berdin. Em vê helwestê şermezar dikin."    'PDK ÇIMA WEKE AKP’Ê TEVDIGERE?'   Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît jî têkildarî binçavkirina her sê jinên kurd got ku binçavkirina sê jinan rûreşî ye û wiha axivî: "Ev her sê jin ji bo bîranîna qirkirina êzidiyan li wir bûn. Di vegerê de ev her sê jin bi awayeke nehiqûqî hatin binçavkirin. Ev 13 roj in aqûbeta van her sê hevalan nayê zanîn. PDK bi vê binçavkirinê dixwaze peyameke çawa bide jinên kurd ên têkoşer? PDK partiyeke kurd e çima weke AKP tevdigere? PDK bila ji vê helwesta xwe vegere û dawî li van polîtîkayên xwe bîne. PDK vîna kurd temsîl dike û bila li gorî daxwazên gelê kurd bi awayekî demokratîk tevbigere. Em dixwazin aqûbeta her sê hevalên jin bizanibin û banga me li PDK'ê ku demildest raya giştî agahdar bike."    MA / Zeynep Dûrgût