Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim 2021-08-16 09:03:35   ŞIRNEX - Rojnameger Mehmet Guleş ê ku piştî 5 salan şûn de ji girtîgehê derket wiha got: "Em çiqasî bên astengkirin, çiqasî bên girtin em ewqasî bihêztir dibin. Heta ku jiyan bidome ev kevneşopî jî wê berdewam bike."   Di sala 2016'an de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş, ji ber nûçeyên ku çêkirin û hevdîtina bi riya telefonê bi çavkaniyên xwe re pêk anî, wek sûc hat dîtin û bi hinceta "Endamê rêxistinê ye" 9 sal 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Rojnameger Guleş, piştî 5 salên di girtîgehê de ma, ji Girtîgeha Xarpêtê derket.Rojnamevan Guleş, behsa girtina xwe û êrişên li dijî rojnamevanan axivî.   'NÛÇEYA KU MIN ÇÊNEKIRÎBÛ SÛC HAT DÎTIN'           Rojnameger Guleş anî ziman ku ji ber wî raya giştî ji rastiyan agahdar kir hat girtin û Tirkiye welatek rojnamegeran e ku ji ber nûçeyên rast nivîsandine hatine girtin û wiha axivî: "Sedema ku ez hatim girtin, bîranîna Roboskî bû ku min şopandibû. Cihê ku bîranîna Roboskiyê çêbû ez li wir nebûm. Ez wê demê ne li Xarpetê, li Çewlîgê bûm. Çavkaniyên nûçeyan ên li Xarpetê li min geriyan û gotin ku ew ê bîranîna Roboskiyê li dar bixin. Ji ber ku ez li Çewlikê bûm, min jî ji wan re got ku wêne û dîmen ji min re bişînin. Lê ne wêne ne jî dîmen ji min re nehat. Ji ber ku nehat, min jî nûçe derbas nekir. Nûçeyeke ku min ne şopandibû weke sûc nîşan dan. Ew kesên ku 34 mirov bi bombebaranê qetil kirin îro li derve ne, lê ew kesên ku nûçeyên wan çêdikin, yan jî çênekirine tên darizdandin. Ne tenê ez kê li hemberî komkujiya Roboskiyê bertekên xwe anîbe ziman gelek ji wan hatin binçavkirin û doz li wan hatin vekirin. Di dosyeya min de di heman demê de şervanê YPG'ê ku di şerê Kobanê de birîndar bûbû, li nexweşxaneyek Amedê dihat dermankirin bicih kiribûn. Ew şervanê YPG'ê piştî 6 mehan şûnde jiyana xwe ji dest da û min jî nûçeya wî çêkiribû. Çêkirina vê nûçeyê jî weke sûc hat dîtin. Lê tişta balkêş ew e ku di heman salê de Serokwezîrê serdemê Davutoglu bi Hevserokê PYD'ê re li Enqereyê hevdîtin pêk anî. Hevdîtina PYD'ê û hikumeta wê demê nebû sûc lê nûçeya şervanek YPG'ê bû sûc. Her wiha di wê salê de hêzen navnetewî jî alîkarî dida Kobanê. Cîhanê Kobanê nas kir. Lê derxistina rastiyan û rastiyan bi raya giştî re parvekirin weke sûc dibînin û me rojnamegeran didarizînin. Axaftina min a bi çavkaniyên xwe re sûc hat dîtin. Rojnameger bi çavkaniyên xwe ve rojnameger e."    'MIROV ÇIQAS JI QADÊ DÛR BIKEVE JÎ KELECAN BI DAWÎ NABE'    Guleş diyar kir ku di girtîgehê de rojnameger herî zêde jî bêriya nivîsandina nûçeyan dike û wiha got: "Ji salên 90'î vir ve li ser çapemeniya azad zext û êriş berdewam dikin. Kî dijberî hikûmetan tevbigere hat qetilkirin. Lê weke çapemeniya azad em mecbûrîn ku gel ji rastiyan agahdar bikin. Divê em weke çapemeniya azad bihêztir bibin û rastiyan bêtir derbixin holê. Di girtîgehê de dema ku rojname didan mirov bi kelecan dibû. Dema li girtîgehê rojnameya Yenî Yaşam, Xwebûn an jî Evrensel ji me re dihat wek ku cejn bû, em ewqas kêfxweş dibûn. Çimkî em ji rastiyan agahdar dibûn. Di girtîgehê de di nav çar diwaran de dibe ku mirov ji rojnamegeriyê dûr bikeve, lê belê ew kelecana di hûndirê mirov de wenda nabe. Çawa nan û av ji bo mirovan pêdiviye, ji bo rojnemvan jî nûçe nivîsandin wek nan û av pêdiviyek ferz e. Heger nûçe nivîsandin nebe nabe. Rojnamegerekî çiqas ji qadan dûr bikin jî ew kelecana di hûndirê mirov de bi dawî nabe. "   'PIRTÛKÊN KURDÎ QEDEXE BÛN Û ROJNAME NEDIDAN GIRTIYAN'    Guleş di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: "Li girtîgehê mafê her însanî tê binpêkirin. Di van 6 salan de êrişên derûnî hene. Em di lêgerîna tazî de derbas dibûn. Her çiqas dewlet bibêje ku di girtîgehan de lêgerîna tazî tune ye jî ne rast e. Ez bi xwe bi vê îşkenceyê re rûbirû mam. Di girtîgehê de kesên ku lêgerîna tazî qebûl nedikirin jî îşkence li wan dihat dikirin. Gelek hevalên me bi vî rengî hatin îşkencekirin. Her çiqas di girtîgehan de îşkence, êriş hebe jî li dijî vê jî berxwedan heyû. Rojnameyên weke Evrensel,Yenî yaşam nedidan me. Rojnameya Yenî Yaşam ew sê sal û ya Evrenselê jî 2 sal bûn nedidan me. Pirtûk nedidan me, ji du hefteyan carekî 7 pirtûk didan me. Dema ku pandemiyê dest pê kir mehekî yan jî 2 mehan carekî yek pirtûk didan me. Pirtûkên me yên kurdî qedexe bûn. Di nav pirtûkên kurdî de tenê ferheng û rêziman neqedexe bûn. Di heman demê de tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin. Heta ku sewq çê dibe divê mehek di ser re derbas bibe. Em di sedsala 21'emîn de ne, lê hîn jî zimanê me tê astengkirin."   'BI GIRTINAN EV KEVNEŞOPÎ BI DAWÎ NABE'    Guleş destnîşan kir ku li tevî hemû zor û zehmetiyan jî çapemeniya azad tu caran teslîm nebûye û got: "Li ser çapemeniya azad êrişên mezin hene, lê di dîrokê de heta niha çapemeniya azad nehatiye bêdengkirin û wê neyê bêdengkirin. Bi girtina min yan jî çend kesan ev kevneşopî bi dawî nabe. Çiqas em bên astengkirin, çiqasî bên girtin em ewqasî bihêztir dibin. Heta ku jiyan bidome ev kevneşopî jî wê bidome. Cihê ku ez li mabûn, ez ê ji wir berdewam bikim."    MA / Zeynep Durgut