Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 70’yî 2021-08-16 11:10:13   KASTAMONÛ - Hejmara kesên di karesatên lehiyê yên li Deryaya Reş rû dan de, jiyana xwe ji dest dan derket 70’yî. Li herêmê xebatên lêgerîna xelaskirinê didomin.    Hejmara kesên di karesatên lehiyê yên li herêmên Rojava û Navendî yên Deryaya Reş rû dan de, jiyana xwe ji dest dan derket 70’yî. Serokatiya Rêvebiriya Afat û Rewşa Awarte (AFAD) ragihand ku li Kastamonûyê 60, li Sînopê 9 û li Bartinê jî kesekê jiyana xwe ji dest daye. Dermankirina 8 welatiyan a li nexweşxaneyê jî didome.    Li bajaran xebatên lêgerîn û tehliyekirinê didomin. Li gorî daxuyaniya AFAD’ê heta niha li navçeya Ûlûs a Bartinê 341, li Kastamonûyê hezar û 480 û li navçeya Ayancik a Sînopê jî 560 welatî hatine tehliyekirin. Welatiyên ku hatine tehliyekirin li wargehên xwendekaran hatine bi cih kirin û li herêmê dest bi danîna konan hat kirin.