Çakmak ê ku pasdarên Îranê wî qetil kirin, hat veşartin 2021-08-16 11:59:05   COLEMÊRG - Rûstem Çakmak ê ku ji aliyê pasdarên Îranê ve li ser sînor hat qetilkirin, hat veşartin.    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Colemêrgê pasdarên Îranê bi hêceta ku ciwanê bi navê Rustem Çakmak ê 20 salî ku li gundê Şikevtan ê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, sînor derbas kiriye qetil kiribûn. Cenazeyê vî ciwanî duh bi şev hat veşartin. Malbata Çakmak, piştî kirariyên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Colemêrgê cenazeyê kurê xwe wergirtin û birin gundê Şikevtan. Li vir piştî wecîbeyên olî hatin pêkanîn, cenaze li goristana gund hat veşartin. Li gorî rapora ATK’ê hat diyarkirin ku gule bi patika Çakmak ketiye û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.    GULE BERDAN GUNDIYAN    Birayê Çakmak Dilşat Çakmak, derbarê tiştên qewimîn de wiha got: “Em weke malbat, li herêma ku gundê me lê ye çûn seyranê. Birayê min çû kaniya ku pez li cem heyî avê bîne. Piştî demekî me agahî jê negirt. Dûre me bihîst ku pasdarên Îranê yên ku hatine ser kaniyê birayê min kuştine. Dema gundiyan xwest biçin cihê bûyerê cenaze bigirin, pasdarên Îranê gule berdan ser wan."   ‘EM PEY VÊ YEKÊ BERNADIN’   Çakmak diyar kir ku piştî pasdarên Îranê birayê wî qetil kirin, gundî ji bo cenaze bigirin çûn cihê bûyerê û wiha got: “Pasdarên Îranê birayê min bi lingên wî re girtine, hejandine û nîşanî gundiyan dane. Tiştên ku qewimîn gundiyan ji me re vegot. Çawa çêdibe ku pasdarên Îranê 2 kîlometreyan werin bikevin axa me û vê cînayetê dikin. Mirov li ser axa xwe çawa tê kuştin? Ev ne cara ewil e, beriya niha jî pasdarên Îranê hatibûn gundên me û pez dizî bûn, heta mirov revandi bûn. Em ê ji bo tiştên hatin qewimîn giliyê bikin. Çi bibe bila bibe em pev vê yekê bernadin. Mirovekî ciwan kuştin.”