Midurê Polîsan ê Meramê ji wezîfeyê hat girtin 2021-08-16 12:43:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Midurê Polîsan ê Navçeya Meramê ku 7 ferdên malbata Dedeogullari di êrişek nijadperest de hatibûn qetilkirin, ji wezîfeyê hat girtin.    Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30'yê tîrmehê de 7 ferdên malbata Dedeogûllari ku kurd bûn di êrişek nijadperest de hatibûn qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ser komkujiyê de Midûrê Polîsan ê Navçeya Meramê Mehmet Akbaba bi sedema "wezîfeya xwe îhmal kiriye" di 15'ê tebaxê de ji wezîfeyê hat girtin. Parêzerê malbata Dedeogûllari Abdurrahman Karabûlût li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku midurê polîsan ji wezîfeyê hatiye girtin.