Li Balafirgeha Kabîlê îzdîham: Herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da 2021-08-16 12:44:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Di balafirgeha Kabîlê ku ket destê Talîban de sivîl tên wir û direvin. Di encama gule barandina eskerên Amerîkayê de îzdîhamek pêk hat û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da.     Ligel ketina Talîban a Kabîlê, bi hezaran sivîlên xwestin ji Afganistanê birevin, çûn Balafirgeha Navnetewî ya Hamîd Karzaî ya Kabîlê. Di balafirgehê de îzdihamek pêk hat. Eskerên Amerîkayê ji bo sivîlan asteng bikin gule berdan hewayê, lê ligel vê yekê jî bi hezaran sivîl çûn balafirgehê. Hat diyar kirin ku li balafirgehê tenê destûra balafirên eskerî tê dayîn. Hin sivîlan bi tirsa bersivdana Talîban derketin ser pîsta balafiran û hewldan siwar bin. Eskerên Amerîkayê yên ewlehiya balafirgehê pêk tînin, di saetên serê sibê de ji bo sivîlan rawestînin gule berdan hewayê.    Rayedarekî Amerîkî ku ji Reutersê re axivî, wiha got: “Qelebalix ji kontrolê derketibû. Ji bo tevlîhevî were astengkirin gule berdan hewayê.” Rayedarekî din jî wiha got: “Hêzên Amerîkî ji bo siwarbûna sivîlan a balafirên eskerî asteng bikin gule berdan hewayê.”   Hat diyarkirin ku îzdîhama di encama gule berdana hewayî pêk hat de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.