Şewata li Midyadê hat vemirandin 2021-08-16 12:45:29   MÊRDÎN - Agirê ku li gundê Batê yê bi ser navçeya Midyadê bi daristanê ket, hat vemirandin.    Agirê ku li gundê Batê yê bi ser navçeya Midyada Mêrdînê bi daristanê ket, di encama mudaxilekirina gundî û tîmên agirkujiyê de hat vemirandin. Li herêmê xebatên cemidandinê tên kirin. Şewatê bandor li 50 donim erd kir. Muxtarê gund Îsa Şahîn da zanîn ku ji ber şewatê li herêmê gelek daran zirar dîtiye.