Li Hezexê mirina bi guman a zarokekî 2021-08-16 13:02:51   ŞIRNEX - Li taxa Turgut Ozal a Hezexê zaroka 17 salî dawî li jiyana xwe anî.    Li taxa Turgut Ozal a bi ser navçeya Hezexa Şirnexê hat îdiakirin ku zaroka bi navê A.A. (17) îro serê sibehê întîhar kiriye û dawî li jiyana xwe anî. Li gorî îddayan piştî ku malbat pê dihese bang li xebatkarên tendûristiyê dikin. Lê tevî hemû hewldanan jî A.A. nehat rizgarkirin.    Cenazeyê A.A. ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.