Li Agiriyê malbatan şer kir: 3 mirî, 6 birîndar 2021-08-16 13:03:42   AGIRÎ - Li navçeya Dutaxê di navbera heman malbatê de şer derket, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.    Li gundê Xanik ê bi ser navçeya Dutaxa Agiriyê di saetên serê sibê di navbera heman malbatê de şerê biçek derket. Di şer de Îkram, Ferhat û Talîp Ûzûn jiyana xwe ji dest dan, yek jê giran 6 kes jî birandar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Dutaxê û Agiriyê. Li derdora nexweşxaneyan û gund bergiriyên ewlehiyê hatin wergirtin. Hat diyarkirin ku şer ji ber erd derketiye.