Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li Qoserê hat taloqkirin 2021-08-16 13:37:36   MÊRDÎN - Hevdîtina gel a dihat plankirin di 17’ê tebaxê de li navçeya Qoserê were lidarxistin, ji ber zêdebûna pêketiyên vîrûsa koronayê hat taloqkirin.    Hevdîtina gel a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku pilan dikirin di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê” de, di 17’ê tebaxê de, li navçeya Qosera Mêrdînê pêk bînin hat taloqkirin. Komîteya Amadekar derbarê mijarê de li Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Kadir Işik axivî.    BANGA DERZÎKIRINÊ   Işik, diyar kir ku ji ber zêdebûna pêketiyên vîrûsa koronayê hevdîtina gel taloqî demekî pêş kirine û daxwaziya wan a ewil tenduristiya civakê ye. Işik bal kişand ser zêdebûna pêketiyan û rêjeya kêm a derzîbûnê û bang li gel kir ku biçe derzî bibe.