Malbata Şenyaşar: Heta kujer neyên dirazandin em ê li mala xwe rûnenin 2021-08-16 13:40:54   RIHA - Malbata Şenyaşar ku "Nobeta Edaletê" didomîne got: "Heta ku kujer hesab bidin, em ê li mala xwe rûnenin."    Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) li ber Edliyeya Rihayê di roja 161'emîn de "Nobeta Edaletê" berdewam dike. Malbat vê sibehê jî zû hat ber edliyê û tevî hewa germ jî nobetê girt. Emîne Şenyaşar ji roja ku dest bi çalakiyê kiriye heta îro rojek ku negirî û xemgîn nebe nîne. Di çavê rastê yê Emîne Şenyaşar de ji sedî 70'ê nabînî çêbûye û niha jî lêvên wê ji qîrkirin û girî qelişîn.    LÊVÊN WÎ TEQIYAN E    Emîne Şenyaşar derbarê rewşa tenduristiya xwe de agahî da û da zanîn ku heta lawê neyê berdan, wê tedawiyê qebûl neke û rewşa tenduristiya wê jî ne baş e. Şenyaşar anî ziman ku rewşa wî nebaş e û di bin zilmê de ye û bijîşkê wê jê re gotiye ji ber derd û kulê wê lêvên wê wisa qelîşî ne û ji ber polîs çalakiya wan asteng dikin, êşa wê giran dibe û xwe di lêvên wê de dide der.    ‘EM Ê LI MALÊ RÛNENIN'    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya salan hesabên Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û waliyê Rihayê Abdullah Erîn etîket kir û wiha got: "Ji bo maf, hiqûq û edaletê 161 roj in em li ber Edliyeya Rihayê li ber xwe didin. Heta ku yên li li nexweşxaneyê sûcê mirovahiyê kirin dernekevin ber darazê û hesab nedin, em ê li mala xwe rûnenin."