Li Edeneyê 28 kesên binçavkirî hatin berdan 2021-08-16 14:45:54   EDENE - Li Edeneyê 28 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Li Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat destpêkirin di 13'ê tebaxê de 28 kes hatibûn binçavkirin. Li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê îfade girtina binçavkiriyan bi dawî bû û sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî ku dozger îfadeyan girt, 10 kesan berda û 18 kesan jî bi şertê kontrola edlî ku werin berdan sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Edeneyê kir. Dadgehê jî her 18 kes bi şertê kontrola edlî berda.